![]() |
Mem AraratSebahul Xeyr Şarkı Sözleri |
Sebahulxeyri xanê min Şehê şîrînzebanê min Tu wî rûh û rewanê min Bibit qurban te canê min Te'alallah çi zat î tu Çi wê şîrînsifat î tu Ne wek qend û nebat î tu Yeqîn rûh û heyat î tu Heyat û raheta canim Sebahulxeyri ya xanim Were bînahiya çehvan Bibînim bejn û balayê Ji wê zulfê ji wê bendê Reha bim lê ji peywendê Siyehçeşmê sipîzendê Te sohtim şubhetê findê Şubhê şem' û şemal im ez Ji ber hubba te lal im ez Ze'îf im wek hilal im ez Sifetgoyîn dikalim ez Vi bulbul ra bi evxan im Sebahulxeyri ya xanim Were bînahiya çehvan Bibînim bejn û balayê Were pêşber Melayê xwe Şehîd û mubtelayê xwe Bi şefqet ke lîqayê xwe Mela nemrit bi dayê xwe Mesîha yî li bîmaran Kesên geztî du reşmaran Şehîdên şîr û mûkaran Kirî amancê nûbaran Li dîdara te heyran im Sebahulxeyri ya xanim Were bînahiya çehvan Bibînim bejn û balayê |
