Mem Ararat - Şireta Dıl Şarkı Sözleri (Şîreta Dil)

 

Mem Ararat

Şîreta Dil Şarkı Sözleri












Li vê dewra axirzeman bixwişkek im li peravê

Tebat bû xewna zinêr

Min dil daye belayê

Li pêşiya min zeryayek ji rê,kî diçe êdî nayê

Dil  navê qesrên zêrin, 

Pêre ketim belayê


Wextekê ez î xam bûm nîvwenda bûm li beyaran

Serkanê xeyalên xwe,sêwiyê li ber dîwaran

Piştî evînê min dît xeyaleke dunya

Weke xunaviyekê difûre li hemana


Wextekê ez î xam bûm radizam li ser ewran

Dil dixwest bi firê bikeve,lê giran bûn destên vala 

Piştî salan min dît hêjî xamim wek zarokan

Hîn jî diêşe dilê min  bi gotinên necamêran

      

 Li vê dewra axir zeman, rastî jî êdî rast nayê

Bext bûye xulamê text, deng biliya ye ji xwezayê  

Li pêşiya min nexşeyek ji ba ,ditewîne fezayê

Hîn xam im diteyîsim, ey dil were bi hewarê


Ji her gotinek rast re çêbûye hezar neyar

Memo bide pey dil guh mede xwenezanan

Dest bide dilê tenik rûyê xwe bide çiyan

Vegere li xewlana xwe,gotinê  meke erzan





Yorum Gönder

0 Yorumlar