Avesta - Evindare Çaven Te Me Şarkı Sözleri (Farıs Bave Firas Şarkı Sözleri)

 

Avesta

Evindare Çaven Te Me Şarkı Sözleri













Evindare çavê te me

Bi qîr û ah û eman im

Ev bû sê sal benda te me


Çi giranî bi kêr nayê

Ne dil hişk be bextê te me

Te bejna'm kir nava mala

Hêvî me tê bê vê derê


Tu ya min î, dostê nepirs

Ez natirsim ji mirinê

Bawer nakî, ji xwe re bipirs


Ji dû te ez venagerim

Mi xulama wan çavê girs

Go mîrê din bi zincîra

Ji min heta ez "bigê serî"


Xwedê ez terka te nakim

Topa dinyê li min rabe

Mala xwe bi dû te'd xera kim


Di rojê de neh deh cara

Nebînim îdare nakim

Nema zanim wê çawa be

Ez jî ji xwe re mam heyirî


Cîran tevde me hesiya

Gelek cara em hev re dîtin

Nav sikaka l'ber qozîka


Mal bi malê dû te de bûm

Wek parsekê ber deriya

Ruhê min b'te re derdiket

Heta digiham devê derî


Dilo heye te bidin min

Ji gera bi rojê xelas bibim

Bi şev pê de tu rûnê'l cem min


Wa guliyê zerî zeytûnî

Qeretûnê deynî ber min

Hew ji malê derdikevim

De li ber çavê'm tu herî werî


Evindarê çavê te me

Bi qîr û ah û nalîn im

Ev bû sê sal benda te me


Çi giranî bi kêr nayê

Ne dil hişk be bextê te me

Te bejna'm kir nava mala

Hêvî me tê bê vê derê



Yorum Gönder

0 Yorumlar