Seîd Yusiv
 Seîd Yûsiv - Zerya Min Şarkı SözleriZerya min bi nav û deng e Rû weke hevrişmê peng e Rind û can pirr dilovan e Kirasê lê bi sê çar reng e
  Bejna wê wek tayek rihan Kezyê wê wek fetlê maran Her ku ew ji min tê xuyan Bi min jê hatî û çeleng e
  Min wê dî sewdanê mim firand Dilê min li dûv xwe gerand Evîn di dil de wê çand Ez bûme miryê wê hingê
  Rû weke rojê û bidê der Ronî dikê ew seranser Memik bi hev re dikim şer Kember li wê noqa teng e
  Başe hê ez ne bû me dîn Kezeba min wê kirye xwîn Belê wilo xweşe evîn Dil bi hev re dikin ceng e
  | 
0 Yorumlar