Seîd Yûsiv - Ferhad û Şêrîn Şarkı Sözleri

 

Seîd Yusiv

Seîd Yûsiv - Ferhad û Şêrîn Şarkı Sözleri

Ne Ferhad û Şêrînê
Ne Memê Ala û Zînê
Zehmet nedîtin wek me
Kes vî derdî nebînê

Ne bi roj û ne bi şev
Çavê me naçin ser hev
Kezeb û dil helyan tev
Ax ji derdê evînê

Em ji kê bikim gazin
Dermanê dila bixwazin
Ne şerm e em ne razin
Ji ber êşa birînê
Em ji xweda bi hêvî ne
Mirada me bi cî bîne
Me ji vî agirî derîne
Xweda tu me dibînê

Roj Music

Yorum Gönder

Daha yeni Daha eski

Sponsorluk

Sponsorluk