Seîd Yusiv
 Seîd Yûsiv - Evîn Bar e Şarkı SözleriEvîn bar e li ser vî milî Lê evîna te her tişt e Agir pirr digrê vî dilî Dîse li cem min wek buhişt e
  Evîna te bi stirîy e Lê ez ê her ser bimeşim Û yar ji te pêve kîye Her dem bi te ez kêfxweş im
  Tu were dilê min veke Bê: çi heye û çi tunne ye? Ew bûye weke keleke Maye li ser behra teye
  Rojê min weke sala ne Dema ez û te ji hev dûr in Tu li dil dikê talan e Birînê dilê min kûr in
  | 
0 Yorumlar