Seîd Yusiv 
 Seîd Yûsiv - Destê Min Berde Şarkı SözleriDestê min berde lawiko Wê me bibînin Gundî û cîran bi carek Li me bi kîn in
  Destê min berde heyran Wê bikin dengînî Geleka ji wan nedîtî Ax tu evînî Wexta me dibînin weke Tu tîra li wa xînî Ji qehra dîn dibin ew Berê ji xwe dîn in
  Sozek mi da te ji soza xwe venagerim Gava te dibînim difirim Bê çeng û perim Gava tu bandikê divim Her car ez werim Dinya nedîtî bi gotina Pirr me diêşînin
  Go min û te bibînin Carek li ba hev Wê rojê li me reş bikin Tarî weke şev Ezê te êxim çavê xwe Û li te bidim hev Heger me hev dû kir bere Agir bi xwe xînin
  | 
0 Yorumlar