Mihemed Şêxo - Xem û Xeyal Şarkı SözleriXem û xeyalên te ez revandim Li çol û kilala te ez gihandim Ji ber sotim, te ez şewandim Bayê evîna te ez hejandim
  Dildarê rûyê di singê te me Çelengê çakê mêvanê te me Ji ber fermana te eleste me Sondê serê te, te ez helandim
  Dêrsim û Agirî di taca te bi Sîpan û Cûdî di burhên te bi Rewan, Derya Wan çavên te bin Rondikên çavên te ez pêlandim
  Şingal û bêxêr di biskên te bin Sindî û Gulî guharên te bin Geliyê Elî jî lêvên te bin Tûj awirên çavên te ez şewandim
  Dîjle û ferat di keziyên te bi Kerkûk û Hewlêr du singê te bi Sersing û Şeqlawa di devên te bi Şêrîn zimanê te ez vejandim
  Hemrîn û Metîn di rûkên te bin Zozik û Şêrîn di guhên te bin Barzanî bi xwe zimanê te bî Li dora cîhanê te ez gerandim
  Gera cîhan tev hemû ji ber te bî  Pêşmergên dilêr nîşana te bî Ala kesk û sor li ser singê te bî Şahî û cejna xwe te ez gerandim
  | 
0 Yorumlar