Bilind Îbrahîm - Nayê Şarkı Sözleri Nayê û de nayê û hevalê gewrê nayê  Hevalê gewrê nayê  Xezala li ber çemayê  Xezala li ber çemayê, kêvroşka li nêv demayê  Kêvroşka li nêv demayê  Tajî bi tûla berdayê pa negirt û negîhayê  Negirt û negîhayê heta bi dangî malayê  Heta bi dangî malayê pê girt û ramûsayê  Girt û ramûsayê, sîng û berê te xweş in dê wek bi rûnê hîzayê  Wek rûnê hîzayê, wek qeymaxê mîhayê,  Qeymaxê mîhayê, wek hengivê şilxayê  Hengivê şilxayê, dê tînim malê dinyayê  Lê malê dinyayê  Terka çavê te nakim tu ji min re bibî belayê  Lêb lê, lêb lê, lêb lê, lêb lêb lê, de nayê  
  Hayê  Hayê de hayê pa çi qas geriyam li dinyayê  Çi qas geriyam li dinyayê  Çum himus û hemayê  Himus û hemayê, çûme mûş û rûhayê  Çûme mûş û rûhayê, çûme sînê û serayê  Çûme sîne û serayê, çûm kerkûk û îlamê  Kerkûk û îlamê, dêrsîmê û li nêv zazayê  Dêrsimê li nêv zazayê, qeda xan û mîrayê  Qeda xan û mîrayê, qurtêla çiyayê şingalê  Qurtêla çiyayê şingalê, pa ez geriyam şarên dinyayê  Geriyam şarên dinyayê, êşe giran li ber dilayê  û kesek bi rêza te nayê  Lêb lê, lêb lê, lêb lê, lêb lêb lê, de nayê
  | 
0 Yorumlar