Aram Tîgran - Dayê Ez Herme Şer Şarkı Sözleri

 

Aram Tigran

Aram Tîgran - Dayê Ez Herme Şer Şarkı Sözleri

Dayê min berde da ez herme şer
Li milê min ke tiving û şeşper
Rext û fîşeka deynim ser milan
Singê xwe bidim tim li ber gula

Ez bême kuştin, tu bilîlîne
Li ser gora min, gul bibarîne
Gul ê xweş bibîn, kesk û sor û zer
Dayê min berde, da ez herme şer

Şer xweş e li cenga, gund û welat e
Dem e dewrane, kar û xebat e
Dijmin re şer kin, tim li beranaber
Dayê min berde, da ez herime şer

Wek şehîd Mezlûm, Kemal û Ferhad
Rihê xwe danîn ji boy welat
Dilê xwe şên kim, wek gulek pencer
Dayê min berde da ez herime şer

Roj Music

Yorum Gönder

Daha yeni Daha eski

Sponsorluk

Sponsorluk