Aram Tigran
Aram Tîgran - Çiyayê Gabaro Şarkı SözleriÇiyayê Gabaro, çiyayê Gebaro Ax tim bi derdo, bi kul û hawaro Tu ji xwe re bike piştî û baro Ema ne bê cî mane bêwaro
Xewa min nayê, xewa min nayê Serê min têşê ji derdê dinyayê Birîna me kûr e derman lê nayê Kula şehîd Egîd ji dilê me dernayê
Çiyayê Gabaro çiyakî bilind î Tu wê hêlîna şêr û piling î Çiyayê Kurda yî, bi nav û deng î Çima bindest bî, ta heya kengî?
Hêsirê çava bes bibarîne Kulê miletê Kurdan birîn e Lingê neyara li ser xwe hilîne Kêfa dijmina li ser me neyne
Tu roniya çavê me Kurda yî Tu hêrs û xofa van dijmina yî Ji Egîda re rê û dirb veke Dijminê xwe re mezela çê ke. |
0 Yorumlar