Aram Tigran
Aram Tîgran - Çavbeleka Min Tu Yî Şarkı SözleriÇavbeleka min tu yî Porxeleka min tu yî Sir meleka min tu yî Lê dilbikovan ez im
Ya dil birîn kir tu yî Ceger bi xwîn kir tu yî Dil har û dîn kir tu yî Ax kuştiyê çavan ez im
Memik ji sêvan tu yî Şekir ji lêvan tu yî Di dilê mêvan tu yî Gorî û qurban ez im
Taca delala tu yî Şewqa şemala tu yî Kara xezala tu yî Bi qîr û giryan ez im
Gula li baxan tu yî Pêta çiraxan tu yî Derdê pêsaxan tu yî Yê dilbiêşan ez im
Gul devşirîn tu yî Stêr û perwîn tu yî Şêrîn û Mem Zîn tu yî Mem ê di zindan ez im
|
0 Yorumlar