Aram Tîgran - Bejin û Bala Lorîna Min Şarkı Sözleri

 

Aram Tigran

Aram Tîgran - Bejin û Bala Lorîna Min Şarkı Sözleri

Bejin û bala Lorîna min delal e
Dayik, bavo, hişê wan tim li bal e
Kewgozela çavreş e Lorîna min
Sêva sor e, rûbigeş e esmera min

Lorîn keça Kurda ye esmer canê
Razaye nav dergûş û hêlekanê
Xwezgînî hatine ji Mûş û Wanê
Lorîna min wê bibin Kurdistanê

Lorîna min karxezala çiya ye
Çi kobar e meşa wê ê xanima ye
Şiyar nekin nav dergûşê razaye
Ew nazik e, qîza dê û bava ye

Lorîna min Newroza gulbiharê
Xew ra çûye nav dergûşa êvarê
Dayik bavo, wê çavê te yê reş xwarê
Esmera min şiyar kin werne diyarê

Roj Music

Yorum Gönder

Daha yeni Daha eski

Sponsorluk

Sponsorluk