Aram Tigran
Aram Tîgran - Bêbextî Şarkı SözleriLi min bihûrîn gelek sal û dem Li min kom bûn gelek derd û xem Emir diçe bi êş û elem Tenê hiştim vê bêbextiyê
(Koro) Zeman û yar li min bûn yek Li dora min çê kirin xelek Li min gerandin çerxa felek Tenê hiştim vê bêbextiyê
Naçin ava ev roj bûne sal Sal dirêj in ez kirime kal Bi ciwanî daye min gopal Piştxûz kirim vê bêbextiyê
Hêsîrê dahfa ber delav im Qels im, êdî bêpesin û bênav im Por çû, çav çilmisî û rûxav im Ez hejandim vê bêbextiyê |
0 Yorumlar