Seyda Perinçek - Oy Lo Berxo Şarkı Sözleri

Seyda Perinçek

Oy Lo Berxo Şarkı Sözleri

Rengê baxçê dilê te
Bi azadî dixemile
Rê dûr e dişewitîne
Jiyan bûye ji agir e
 
Çemê Dîcle diar e
Berxêm li ber dinale
Dojeh bi te bû bihuşt
Hemû demsal bihar e
 
Oy lo Berxo berxê min
Tu yî Berxwedanê min
Bûye çira û ronahî
Ji bo pêşeroja min
Oy lo Berxo berxê min
Tu yî Berxwedanê min
Bûye çira û ronahî
Ji bo pêşeroja min
 
Agirê li ser jînê
Xwîn kelîya bi kîne
Dengê Berxwedan heval
Çiyayê Licê dihejîne
Heftê Adar qada şer
Govend xweş bû ka binêr
Rabe kekêm Berxwedan
Êşa dilan bide der
 
Oy lo Berxo berxê min
Tu yî Berxwedanê min
Bûye çira û ronahî
Ji bo pêşeroja min
Oy lo Berxo berxê min
Tu yî Berxwedanê min
Bûye çira û ronahî
Ji bo pêşeroja min
 
Bang dikim çiya û banî
Heval Nalîn tu kanî
Rûpelên ji agirê şevê
Nav dîroka xwe danî
Heval Sefqan li qadê
Tîna xwe dide rojê
Licê dengê xwe rake
Ka kulîlkên vê dozê
Heval Zîlan li qadê
Tîna xwe dide rojê
Licê dengê xwe rake
Kanê kulîlkên dozê
 
Oy lo Berxo berxê min
Tu yî Berxwedanê min
Bûye çira û ronahî
Ji bo pêşeroja min
Oy lo Berxo berxê min
Tu yî Berxwedanê min
Bûye çira û ronahî
Ji bo pêşeroja min
Oy lo Berxo berxê min
Tu yî Berxwedanê min
Bûye çira û ronahî
Ji bo pêşeroja min
Oy lo Berxo berxê min
Tu yî Berxwedanê min
Bûye çira û ronahî
Ji bo pêşeroja min


 

Yorum Gönder

0 Yorumlar