Aram Tigran
 Aram Tîgran - Gundê Me Pir Biçûk e Şarkı SözleriGundê me pir biçûk e Zivistan serma û pûk e Şev dirêj in roj kin in Kêf kêfa zava û bûk e
  Bihar bihar zû were Bila baran bibare Avê golan xweş rabin Dilê şivanan şa bin
  Pey biharê havîn e Dilê xortan bicî ne Di dawiyê şûxla palan Bêrê cotkaran li malan
  Piştî payîz havîn e Evîndaran li hev tîne Bihar de were zû ke Benda te zava û bûk e
  Gundê me gundek xweş e Mêvan hatin bimeş e Bijimirên sîh û şeş e Kêfa me îro xweş e | 
0 Yorumlar